26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kuştin û revandin û talankirin li Kerkûkê berdewam e..Xelk ji Kerkûkê bar dikin

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Berpirsekî PDKê li Kerkûkê dibêje, hêj koçberiya xelkê Kerkûkê berdewam e û rojane xelk ji ber dizî û kuştin û talankirin û revandinê, ji Kekrûkê bar dikin.

Cîgirê Serokê Encumena Serkirdatiya PDKê li Kerkûkê Diyarî Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji ber rewşa nearam a Kerkûkê û ji ber kuştin û talankirin û dizî û revandin û rêgirtinan, ku bûne diyarde, hêj xelkê Kerkûkê koçber dibin.”

Derbarê vegera PDKê ji bo bajarê Kerkûkê, Husên wiha got: “Me biryara xwe daye ku heta dagîrkerî li Kerkûkê hebe em venagerin Kerkûkê û em rewatiyê nadin wê dagîrkeriya Bexdayê. Heta rewş nebe wek beriya 16ê Cotmehê em venagerin.”

Diyarî Husên wiha domand: “PDK wek hinek aliyên siyasî venagere Kerkûka bê ala Kurdistanê û venagere bê deselatî. Yan em venagerin, yan jî eger em vegeriyan divê em bi serbilindî û bi ala Kurdistanê vegerin.”

 

Nûçeyên têkildar