Lordekî Brîtanî: Em piştgiriyê li gelê Kurdistanê dikin

Brîtanya-KDP.info- Lordê herî navdar ê Encumena Lordan a Brîtanya Mîşêl Aşkroft di hevdîtinekê de ligel Cîgirê Serokê Rêxistina Ciwanên Cîhanê ya Siyasî Felah Hesen ragihand, Brîtanya bi temamî piştgiriyê li gelî Kurdistanê dike.
Di wê hevdîtinê de, Mîşêl Aşkroft ku ser bi partiya deselat e, behsa pêşhatên dawî yên navçeyê û rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê kir. Herwiha behsa qehremaniya Hêzên Pêşmerge û gelê Kurd kir, ku çawa rûbirûyê terorê bûn li Rojhilata Navîn.
Felah Hesen jî daxwaz jê kir ku Brîtanya piştgiriya gelê Kurdistanê û nexasim jî ciwanên Kurdistanê bike.
Aşkroft wiha got: “Em bi temamî piştgiriyê li Herêma Kurdistanê û paşeroja ciwanên Kurdistanê dikin.”




