Pisporekî asayişê: Mana hêzên PKKê li Şingalê dê wêraniyê li pey xwe bîne

Hewlêr-KDP.info- Pisporekî asayiş û ewlehiyê dibêje, ne tenê hêzên PKKê lê divê tevahiya hêzên girêdayî wê jî ji Şingalê derkevin ji ber ku mana hinek ji hêzên PKKê li Şingalê dê bibe sedema wêraniya wî bajêrî.
Çend roj berê PKKê ragihand ku hêzên xwe ji Şingalê vedikişîne lê tê gotin ku hinek kom û hêzên girêdayî PKKê hîn li Şingalê ne.
Li ser vê mijarê, pisporê asayişê Azad Ebûbekir, ku endamê berê yê Lêjneya Asayişê ya parlamentoya Iraqê jî bûye, ji malpera KDP.info re ragihand, xwezî PKKê li ser daxwaza gelê Kurdistanê hêzên xwe ji Şingalê vekişandiba lê dîsa jî karekî baş e ku hêzên PKKê ji Şingalê derdikevin.
Azad Ebûbekir her wiha got, helbet ne tenê PKKê lê divê tevahiya kom û hêzên girêdayî wê ji Şingalê derkevin da ku ti behaneyek nekeve destê Tirkiyê êrişî Şingalê bike.
Ebûbekir wiha domand: “Mixabin duhî min bi xwe kesek li Şingalê dît ku digot PKK li Şingalê nemaye, lê kesek endamê PKKê li tenişta wî rawesiya bû ku wêneyê Ocalan li ser cilê wî bû, ku ev belge ye ew ser bi PKKê bû. Pêwîst e xelkê Şingalê bi xwe nehêlin ti hêzeke PKK û Heşda Şeibî li Şingalê bimînin, ku hêncetan bidin dewletan bên û Şingalê wêran bikin, ji ber ku bi mana hêzên ser bi PKKê ve li Şingalê dê bibe sedema wêraniya Şingalê mîna Efrîn û Mûsilê.”
Li devera Şingalê, ji bilî çekdarên PKKê, çend hêzên din jî hene ku yekser bi fermana PKKê hereket dikin. Yek ji wan hêzan Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) e ku PKK dibêje ji keç û xortên êzîdî pêk hatiye.




