Bi hatina John Bolton dê rewşa Herêma Kurdistanê bê guhertin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê nû yê Serokê Amerîka ji bo karûbarên netewî John Bolton, ku biryar e di 9ê Nîsana bê de bi awayekî fermî dest bi kar bike, dostekî nêzîk ê Îsraîlê ye û helwesteke wî ya tund li hember Îran û Koryaya Bakur.
Rojnameya El-Heyat a Londnî di raporekê de amaje bi wê yekê dike ku ew guhertinên ku di îdareya Amerîka de hatine kirin, dengvedaneke mezin li Bexdayê çêkirine, ji ber ku dê ew guhertin bandorê li ser rewşa Iraqê bike, nexasim jî li ser pêwendiyên Amerîka û Iraqê. El-Heyat amaje bi wê yekê dike ku ew aliyên ku nêzîkî Îranê ne ji wan guhertinan ditirsin.
Rojnameya El-Heyat dibêje, Partiya Demokrat a Kurdistanê bi hatina John Bolton dilxweş e ji ber ku piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike. Lewma jî bi hatina Bolton tê pêşbînîkirin ku ew rewşa ku li Iraq û Herêma Kurdistanê ku piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê çêbûye, bê guhertin.
Rojnameya “Washington Post” a Amerîkî dibêje, bi destnîşankirina John Bolton wek Şêwirmendê Asayişa Netewî, dibe sedema guhartinên rîşeyî di rêveberiya Amerîka de li hember krîzên cîhanê.
Sînatorên Demokratî û hin Komarî jî nîgeraniya xwe ji helwesta tund a Bolton derbirîn, ku pêşbînî dikin bibin egera alozbûna milmilaneyên navdewletî.
Sînatorê Demokratî christopher coons dibêje: “Helwestên Bolton derbarê Îran û Koryaya Bakur gelekî tund, metirsîdar û xirab in.”
Di heyama serokatiya Donald Trump de, Bolton sêyem Şêwirmendê Asayişa Netewî ji piştî H. R. McMaster û Michael Flynn dest bi kar dike. Bolton yek ji kesên ku piştgîriya şerê Iraqê û lêdana pêşwext li Koryaya Bakur kiriye.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Gihandinê yê Îsraîlê Yisrael Katz dibêje: “Pîrozbahiyê li John Bolton dikim, ku wek Şêwirmendê Asayişa Netewî hate destnîşankirin.”
Yisrael Katz dibêje: “Bolton bi piştevanê Îsraîlê nasdar e û helwesta wî ya tund derbarê gefên Îranê heye. Dilniya me Bolton dibe dengekî girîng li hemberê şerê li navçê û tevahiya cîhanê.”
Şêwirmendê Asayişa Netewî yê bê John Bolton derbarê encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê de jî, bi aşkereyî piştevaniya xwe ji wê proseyê re derbirî û ragihand, ew bi wê yekê re ye ku Kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe.




