26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

NY: Pêwîstiya welatiyên sivîl li Efrînê bi alîkariyan heye

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Komisyona NY ê alîkariyên mirovî (OCHA) Jens Lerke ragihand ku li Efrînê 50-70 hezar sivîl mane û pêwistiya van sivîlan bi alîkariyên mirovî heye.

Di kongiriyeke de Jens Lerke got, "Li gorî zanyariyên me li Efrînê di navbera 50 û 70 hezarî de sivîl mane."

Lerke da zanîn ku heta niha ji ber şer û pevçûnan 167 hezar kes neçar mane ku Efrînê biterîkin û ji vana 137 hezar kes koçî Tilrefetê û gundên derdora wê kirine.

Lerkê destnîşan kir ku sivîlên ku ji bajêr derketine û li deverên din bicih bûne pêwistiya wan bi alîkariyên mirovî hene.

 

 

Nûçeyên têkildar