26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Heta PKK ji Şingalê dernekeve dê metirsî li ser Êzdiyan berdewam be

Çavkanî: KDP.info
 
Şingal-KDP.info- Tevî ku KCKê biryar daye ku ji Şingalê vekşin, lê Berpirsê Şaxa PDKê li Şingalê Qadir Qaçax dibêje, PKK bi temamî ji Şingalê derneketiye û hêj metirsiya êrîşa Tirkiye li ser Şingalê heye.
 
Berdevkê HPGê Rîvan Welat ji malpera KDP.info re ragihand: “KCKê biryar daye ku ji sînorê Şingalê vekşe û emê jî wê biryarê cîbicî bikin, ji ber ku serkirdatiya me çi biryarê bide emê cîbicî bikin.”
 
Piştî ku Hikûmeta Tirkiyê gef xwar in ku ewê êrîşî Şingalê bikin, PKK biryar da ku ji Şingalê derkevin.
 
Derbarê wê yekê de, Qadir Qaçax ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî gefên Tirkiyê li ser Şingalê ji bo PKKê, xelkê Şingalê û mamosteyên olî û serokên eşîran ên Êzdî daxwaz ji PKK û Heşda Şeibî kirin ku ji Şingalê derkevin. Lê heta niha li Şingalê ne. Hinek dibêjin ew kesên ku ji Bakur û Rojava ne vekişyane, lê hêj PKK li Şingalê maye.”
 
Qaçax wiha got: “Li Şingalê valahiyeke îdarî heye û ew îdareya ku niha li wir heye, nerewa ye. Herwiha PKK nahêle alîkarî ji Herêma Kurdistanê herin ji xelkê Şingalê re û rêyeke din jî tune ye, lewma jî rewşa xelkê Şingalê pir xerab e.”
 
Wî berpirsê PDKê wiha got: “Heta PKK li Şingalê be dê metirsiya êrîşa Tirkiyê li ser Şingalê û Kurdên Êzdî hebe û nedûr e careke din ew rastî cenosîdeke din bibin. Lewma jî eger PKK berjewendiya Şingalê dixwaze bila jê derkeve.”
 
Derbarê wê yekê de, Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Derketina PKK ji Şingalê ji ber 2 sedeman e, yekem ji ber ku Tirkiye rijd e li ser êrîşa xwe ya li ser PKKê li Şingalê. Duyem jî, ji ber ku rêkeftina wan ligel Hikûmeta Iraqê heye û Bexda daxwaz ji wan kiriye ku derkevin.”

Nûçeyên têkildar