25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Suneyên Iraqê: Divê birayetiya Kurd û Ereban li Sûriyê jî bê parastin

Çavkanî: KDP.info

 

Efrîn-KDP.info- Berdevkê eşîrên Suneli Mûsilê Muzahim Şêx Elhiwêt dibêje, wan daxwaz ji eşîrên Sune li Sûriyê kiriye ku mal û milkê Kurdan li Efrînê biparêzin û li ser daxwaza wan jî hejmarek kes ku malên Kurdan talan kiribûn, hatin girtin.

Piştî ku bajarê Efrînê ket bin destê artêşa Tirkiyê û hêzên opozisyona Sûriyê, çekdarên Ereb dest bi talankirina mal û milkê Kurdan kirin.

Muzahim Şêx Elhiwêt Berdevkê eşîrên Suneli Mûsilê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî koçkirina Kurdan ji Efrînê me daxwaz ji eşîrên ku çekdarên wan çûne Efrînê, kir ku mal û milkê Kurdan biparêzin ji bo ku kêşeyên mezhebî û neteweyî li navçeyê çênebin.”

Elhiwêt wiha got: “Piştî ku me ew daxwazî ji serokê eşîran kir, dest bi lêkolînê kirin û hejmareke kes girtin û dê bên dadgehkirin. Em qet nahêlin destdirêjî li Kurdan bê kirin. Divê birayetiya Kurd û Ereban bê parastin. Wek çawa Herêma Kurdistanê deriyê xwe ji bo Ereban vekiriye, divê wisa li Efrînê malên Kurdan bên parastin.”

 

Nûçeyên têkildar