Hikûmeta Kurdistanê: Divê Bexda qurbaniyên Helebçe qerebû bike

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek bi helkevta 30mîn salvegera kîmyabarankirina Helebçe belav kir û ragihand, ji bo xizmetkirina Helebçeyê tişta ku ji dest wan were, ew dê bikin û daxwaz ji dewleta Iraqê jî kir, erkê ser milê xwe pêk bîne û qurbaniyên Helebçe qerebû bike û vî bajarî avedan bike.
Di peyama xwe de Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand, ku “bi xemeke kûr, em salvegera wan şehîdên nemir, ji jin, zarok ,zilam û xort û kalên Helebçeyê bi bîr tînin.”
Di beşeke din ya peyama xwe de, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dibêje, ku “di vê salvegera xembar de, em tekez dikin, ji bo xizmetkirina Helebçeyê tişta ku ji destê me were ew dê bikin û em careke din daxwaz ji Iraqê dikin ku bi werebûkirina qurbaniyan û avendakirina Helebçeyê erkê xwe cîbicî bike.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha bang li civaka navdewletî jî dike û daxwaz dike, ku “rê nede careke din tawanek ji wî corî li ti cihekê ser erdê dubare bibe.”
Îro Înê 16ê Adara 2018ê bi amadebûna nûner û konsulên çend welatan û şandên her du aliyên hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çalakiyên bîranîna 30mîn salvegera karesata kîmyabarankirina Helebçeyê birêve diçin.




