25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Brîtanya: Em piştgiriyê li hikûmeteke bihêz li Kurdistanê dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja çarşembî 2018-03-14 pêşwaziya John Wilks Balyozê Birîtanyayê li Iraqê û şandeka pê re kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan ragihand ku welatê wî piştgiriyê li hikûmeteke bihêz li Herêma Kurdistanê dike.

Di hevdîtinekê de, Wilks kêfxweşiya xwe ji bona reketina navbera Hewlêr-Bexdayê û vekirina Balafirgehên Hewlêr û silêmaniyê û şandina parek ji mûçe yên karmendên Herêma Kurdistanê nîşan da, ku encamê diyaloga navbera Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî bûye.

Herwiha piştîvaniya welatê xwe jî ji bo berdewambûna diyaloga navbera Hewlêr-Bexdayê ji bo çareser kirina pirsgirêkan ragihand.

Balyozê Brîtanyayê amaje bi berdewam bûna piştîvaniya welatê xwe ji bo hikûmeteka bi hêz li Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest tîkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Birîtaniya li hemû waran bihên pêş xistin, bi taybetî li warên avedanî û dîplomasiyê.

Serokwezîrê Barzanî bi spas kirina piştîvaniya Brîtanya ji bo diyaloga navbera Hewlêr-Bexxdayê, biryara Hikûmeta Îraqê ji bo vekirina balafirxaneyan û şandina parek ji mûçe yên karmanedên Herêma kurdistanê bi erênî û gaveka baş ji bo pêşerojê û çareser kirina pirsgirêkên din daye zanîn.

Herwiha daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêş xistina têkiliyan tevî Birîtanyayê li hemû waran nîşan da.

Serokwezîr kurtiyek derbarê rewşa asayişa deverê xiste ber çav û pêdagirî li ser bi hev re kar kirina hevpeymanan, Hewlêr û Bexdayê ji bo pirojeyeka hevpar kir ku pêşiya serhildana terorê li deverê bigire.

Ji bo vê yekê jî berhev bûna Herêma Kurdistanê ji bo alîkariyê tevî Bexdayê nîşan da.

Di dawiyê de jî behsa rewşa siyasî û dawên pêşhatên deverê kirin.

Nûçeyên têkildar