26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Efrînê kuştina sivîlan berdewam e

Çavkanî: KDP.info

 

Efrîn-KDP.info- Îro danê sibehê careke din artêşa Tirkiyê bajarê Efrînê û derdora wê dane bi topan di encamê de du welatiyên sivîl ji nahiya Mebata hatin kuştin.

Her yek ji welatiyê sivîl bi nave Necîb Şêxo temen 55 salî û Mihemed Omer Hemgolîno temen 48 salî ji navçeya Mebata li bakurê Efrînê ji encama topbarana artêşa Tirkiyê hatin kuştin.

Ji destpêka şerê Efrînê û heta niha zêdetirî 230 welatiyên sivîl şehîd bûne.

Nûçeyên têkildar