Fermandarekî Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê hat kuştin

Hewlêr-KDP.info- Li Başûrê Kurdistanê teqe li fermandarekî naskirî yê Hizba Demokrat a Kurdistan (HDK) hat kirin û canê xwe ji dest da.
Vê sibê Çarşemê (07.03.2018) termê kadro û yek ji fermandarên Pêşmergeyên Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) Qadir Qadirî li navçeya Balîsan hat dîtin.
Duhî Sêşemê, berpirs û fermandarên leşkerî yên HDK bi mebesta beşdariya di vekirina fêrgehekê ji Pêşmergeyên HDK re li ser Çiyayê Helgurd, çûbûn ser çiyayê Helgurd.
Çavkaniyeke taybet ji malpera KDP.info re ragihand ku, Qadir Qadirî di dema vegera wî ji Çiyayê Helgurd li sêrêya Çarqorne ji aliyê çend kesên nenaskirî ve hatiye kuştin.
Li gorî wê çavkaniyê, Qadirî di vegerê de bi tenê bûye û 22 gule li laşê wî ketine û lêkolîn li ser wê bûyerê destpê kirine.
Partiya wî fermandarê Rojhilatê Kurdistanê di derbarê şehîdkirina wî de daxuyaniyek belav kiriye û rejîma Îranê berpirsyara vê bûyerê dibîne.




