25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nerwêj: Emê berdewam bin li ser alîkariya Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyoza Nerwêj a nû li Iraq û Urdinê Ton Elers kir û di wê hevdîtinê de Elers destxweşî li pêşveçûnên li Herêma Kurdistanê kir.

Îro Sêşema 6-3-2018, Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyoza Nerwêj kir û di wê hevdîtinê de Ton Elers destxweşî li Herêma Kurdistanê kir li ser pêşveçûnên wê tevî barê giran ê ku li ser milê wê ye. Herwiha spasiya Hikûmeta Kurdistanê kir li ser parastin û hewandina hejmareke mezin ji koçber û penaberan û tekez jî kir ku welatê wê dê berdewam be li ser alîkariya Herêma Kurdistanê. Herwiha pêkvejiyana olî û neteweyî li Herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Di beşeke din ji wê hevdîtinê, behsa rewşa niha ya Iraq û Herêma Kuridstanê û proseya diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê Iraqê, hat kirin.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê spasiya şanda mêvan kir li ser alîkariyên welatên wan ji bo Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê, ku ji aliyê leşkerî û mirovî bûn. Herwiha behsa pêkvejiyana li Kurdistanê kir û piştgiriya Hikûmeta Kurdistanê ji bo parastina vê kilturê nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Hikûmeta Kurdistanê alîgirê gotûbêjeke cidî ye di navbera Hewlêr û Bexdayê de û hêvî xwest ku ew gotûbêj berdewam bin û amaje bi wê yekê kir ku hinek pirsgirêk hene pirsgirêk hene dikarin bi zû çareser bibin û hinek pirsgirêk jî hene pêwîstiya wan bi dem û diyalogê heye ji bo ku çareser bibin.

Nûçeyên têkildar