Fazil Mîranî: Bexda neheqiyê li gelê Kurdistanê dike

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li konsulê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay kir û ragihand ku Bexda neheqiyê li gelê Kurdistanê dike.
Îro Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî li navenda Polîtburoya PDKê pêşwazî li Konsulê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçay û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê de Mîranî behsa pêwendiyên Bexda û Hewlêrê kir û ragihand, di mijara bûdce û firokexaneyan de Bexda neheqiyê li gelê Kurdistanê dike, ku ew helwestên Bexdayê berovajî prensîpên ku Iraqa nû li ser hatiye damezrandin, ku ew prensîp jî hevsengî û rêkeftin e û herwiha nabe ti pêkhateyek were piştguhkirin.
Mîranî herwiha got ku ew dorpêça ku Bexdayê avêtiye ser Kurdistanê bi girtina balafirgehan, karek e ku li dijî mafên mirovan e.
Konsulê Tirkiyê Hakan Karaçay jî ragihand, Tirkiye dixwaze pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bi rêkên aştiyane bên çareserkirin û wisa bibe ku ti aliyek mexdûr nebe.




