25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK: Qonaxeke çarenivîsaz li pêşiya me ye..Armanca wan dijayetiya serxwebûnê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di peyamekê de bi helhefta salvegera Raperîna Mezin a Başûrê Kurdistanê, PDKê ragihand ku gelê Kurdistanê di qonaxeke hestiyar û çarenivîsaz re derbas dibe û ji bo rûbirûbûna wan astengiyan û ji bo jidestnedana derfetên dîrokî, pêwîst e aliyên siyasî yekdeng û yekdest bin.

PDK di peyama xwe de ragihand: “Beriya 27 salan, gelê me li dijî zilm û zordarî û jêrdestiyê raperîn kirin, ku ew raperîn jî berdewamî bû ji xebat û şoreş û berxwedana gelê Kurdistanê bû. Niha û piştî wan hemû salan, em li pêşiya qonaxeke hestiyar û çarenivîsaz in. Niha ji herdemê zêdetir em li pêşiya astengî û gef û êrîş û pîlanên li dijî ezmûna me ne, ku dixwazin îradeya me bişkînin, herwiha dixwazin di vê qonaxa dawî de me ji xwesteka me ya rewa sar bikin.”

PDKê wiha domand: “Ji bo ku wan pilanên xwe cîbicî bikin, dorpêç avêtine ser Kurdistanê û siyaseta birçîkirina gelê me bikar tînin, herwiha me ji hev dûr dikin û gefa têkdana ewlehî û aştiya Kurdistanê dikin, ku ew hemû şerfiroştina bi Kurdistanê tenê li dijê îradeya serxwebûna gelê me ye û ji bo girtina rê ye li pêşiya daxwazên rawa yên gelê me.”

PDKê ragihand: “Em di wê baweriyê de ne ku ji bo rûbirûbûna wan astengiyan û ji bo jidestnedana derfetên dîrokî, pêwîstî bi yektiyeke niştimanî di navbera aliyên Kurdistanê heye, ji ber ku em li pêşiya erkekî neteweyî û niştimanî mezin in, ku parastina destkeftên Kurdistanê û derbaskirina vê qonaxa çarenivîsaz û nexweş e.”

Nûçeyên têkildar