Mesrûr Barzanî: Bexda xwe ji bicîhanîna destûr didize

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, hikûmeta Iraqê xwe ji bicîhanîna destûrê Iraqê didize.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5.3.2018an ligel Balyoza nû ya Norwayê ji bo Urdin û Iraqê Tone Allres civiya. Di civînê de Balyoza Nerwayê pêzanîna welatê xwe ji bo qurbanîdana hêza Pêşmerge di şerê li dijî terorê de ragihand û amaje bi wê da ku Nowrway bi girîngî li rola Herêma Kurdistanê li navçê dinêre û xwazyarê berferehkirina zêdetir a pêwendiyên dualî bi Herêma Kurdistanê re ye.
Baloza Norwayê piştevaniya welatê xwe ji danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dupat kir û hêvî xwast di demeke nêzîk de ew danûstandin encamên erênî jê derkevin.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê hêviya serkeftinê ji Balyoza Norwayê re di posta xwe ya nû de xwast û pesnê welatê Norwayê da ji bo piştevanî û hevkariya di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir.




