ENKS: Me daxwaza vegera Pêşmergeyên Roj ji Amerîka kir

Amerîka-KDP.info- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûryê (ENKS), daxwaz ji Wezareta Derve ya Amerîka kir ku rola wê di rêvebirina rojhulatê Feratê de hebe û Pêşmergên Roj jî bo Rojavayê Kurdistanê vegerin.
Di daxuyanyekê de (ENKS) ragihand, ku şandeke Encûmenê bi endamtiya her yek ji Kamîran Haco û Ibrahîm Biro, li Washingtona paytexta Amerîka li avahiya wezareta derve ya wî welatî, ligel serokê Desteya Rojhilata Navîn Esin Koldrish û serokê Tîma Sûrî di wezareta derve ya Amerîka de Kliford Haynzer civiyan.
Li gorî daxuyaniya ENKS, herdu aliyan tekezî li ser rawestandina şerê Efrînê û pêbendiya bi çareya siyasî li Sûryê kirin.
Derbarê avakirina rêveberiyekê li rojhilatî Feratê, aliyê Amerîkî diyar kir, ku ew dixwaze nerîn û helwesta ENKSê li ser wê pirsê nas bike û got: “Em dixwazin nûneratiya hemû aliyan li rojhilatê Feratê hebe.”
Ji aliyê xwe ve, şanda ENKS tekezî li ser taybetmendiya netewî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir û di heman demê de jî, tekezî li ser pêwîstiya vegera Hêzên Pêşmergên Roj ji bo Rojavayê Kurdistanê kir ji bo rojhilatê Feratê ji bo ku hevsengiyeke hêzê li wir çêbibe.
ENKSê ji Amerîka re got: “Vegerandina jiyana siyasî û aramiyê û vegera Pêşmergên Roj û Kurdên ku penaber bûne, garentiya serketina pêkanîna îdareya navçeya rojhilatê Feratê ye.”




