26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlemanterê Kurd: Ebadî naxweze pirsgirêkan çareser bike

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Serokê Frakisyona Yekgirtû ya Îslamê ya Kurdistanê di Parlemantera Iraqê de Dr. Musena Emîn ragihand Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di pirsa çareserkirina pirsgirêkan de ligel Herêma Kurdistanê rast nabêje û naxweze gavên baş bavêje.

Serokê Frakisyona Yekgirtûya Îslamî ji malpera KDP.info re ragihand: “Tişta ku Serokwezîrê Iraqê dike beşek e ji helmeta hilbijartinan û rast nabêje di çareserkirina pirsgirêkên ligel Kurdistanê, ku êş û nexweşiya xelkê bo helmeta hilbijartinan bikar tîne, lewma jî dê wisa dirêj bike heta piştî hilbijartinan.”

Dr. Musena Emîn wiha got: “Guman di wê yekê de tune ye ku Hikûmeta Iraqê referandumê wek hêncet bikar tîne li dijî Herêma Kurdistanê, lê Herêma Kurdistanê ti dewletek ranegihandiye ku artêşa xwe anîn ser Kurdistanê, niha jî bi temamî derket ku referandum bûye hêncetek ji bo siyaseta xwe ku ev demek dirêj e dixwest wî karî bike.”

 

Nûçeyên têkildar