Dîwana Serokatiya Kurdistanê: Ti sînurekî navbera Başûr û Rojawa de nehatiye girtin

Çend rojeke hin navendên mîdyayî bi bernameyekî plankirî nûçeyên nerast û çewaşekar li bare dengoya daxistina sînor li gel Rojavayê Kurdistanê belav dikin, ev nûçe dûrîn ji rastiyê tenê û tenê xizmeta nehezên yekrêziya netewî ya Kurd dike û xelekeke dine ye bo çandina tuvê parçebûna neteweyî û cîbicîkirina ejindeyên dijî derketina destkeftên zêdetir bo doza neteweyî a Kurd li Sûriyê û nedîtina hemû ew hewl û têkoşana berdewam a Serok Barzaniye bo piştevanî li birayên meyî Kurd li Rojavayê Kurdistanê.
Her di destpêka rûdanên li Sûriyê Serok Mesûd Barzanî hemû hewl û şiyana xwe xistiye hole bo yekxistina rêzên partiyên Kurdî yên Sûriyê û handana wî ta bi gotarekî neteweyî û dimokrasiyane û yekgirtûyî muamele li gel pêvajoya Sûriyê bikin.
Ji wan hewlane sazdana konfransa berfereh bo aliyên Kurdî di dawiya meha 1/2012 li Hewlêr û piştre jî bi berdewam hewlên Serok Barzanî bo yekxistina zêdetirî hemû aliyan û pêkanîna Desteya Bilind a Kurdî bû, li ser raspardeya berdewam a Serok Barzanî bpêşwazî li penaberên Sûrî hate kirin û li gor amarên dawî nêzîkî 60 hezar penaberên Kurd ên sûriyê li Herêma Kurdistanê ne, xwedî gravî tu derwazeyekî fermî jî di navbera Herêma Kurdistanê û Sûriyê de nîne û ew drwazeyên fermî jî ku hatûçûna otombêlan hemû li jêr desthilata Hikûmeta Bexdadê ne, rêya Xabûr jî take rêye di navbera Herêma Kurdistanê û Sûriyê de û hatina û çûna otombêlan têre nayê kirin, çûnkî hîç rêyekî hişkayî tuneye û tenê ji ber robarê Dîclê hatin û çûn bi rêya belemê (keştiyên biçûk) tê kirin, ser wê yekê re jî her tim dergehê Herêma Kurdistanê bo birayên me li sûriyê vekiriye û rojane çendsed penaber tên nava Herêma Kurdistanê baştirîn belgeye bo derewderxistina ew ne rastî û çewaşkariyane ku çend rojeke di mîdyeyan de belav dikin ku sînorê li gel Rojavayê Kurdistanê hatiye daxistin, hindek li kanalên mîdyayî daxuyanî û çavpêkeftin bi yek du berpirsên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dikin jêder, ku sînor hatiye daxistin, di demekê de ew berpirs bi xwe jî rojane bi xwe û kadirên xwe di ew rêya sînorî de hatin û çûnê dikin eve jî belgeyekî din ya zindiye nerastiya wan nûçane derdixe hole.
Her li ser perspektîfên Serok Barzanî bû ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl bide pirekê di rêy sînorê Xabûrê dirust bike taku alîkarî û hevkarî bi hêsanî bighên bo birayên me li Rojavayê Kurdisanê û bi rihetî hatin û çûn bibe, lê belê her wê demê ji aliyê desthilatên Bexdadê rêgirî li hewlên Herêma Kurdistanê kirin û fîrqeyekî serbazî şandin navçeyê bo rêgiriya li Herêma Kurdistanê bikin û alozbûna rewşê bi awayekî çêbû ku kêmik mabû şerekî mezin derkeve.
Di civînên berdewam yên Serok Barzanî li gel hemû partiyên Kurdî yên Rojava de jib o bi dûvçûna rewşa siyasî û meydanî û pirsa karê pêkve di çarçoveya Desteya Bilind a Kurdî bû, Serok Barzanî pêşniyar kiriye ku bihevre hemû hêzên Kurdî rêxistinekî hevbeş li cura heyva sor jib o Rojavayê Kurdistanê dirust bikin ta bihevre bi hemahengî hemû hevkarî û alîkarî û pêdiviyan bighînin birayên me li sûriyê, mixabin hindik alî li gel karê hevbeş nînin û dixwazin bi tena xwe , tu lijneyek yan rêxistinek wek heyva sor a Kurdistana Rojava nehat dirust kirin, hin aliyan di hewla berdewam a wê yekê ne ku Desteya Bilind a Kurdî jib o xwe û siyaseta tekane ya xwe jibo ku xwe bisepênin.
Li ser rênemayiya Serok Barzanî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewlek xistiye ger bo hewandina birayên me li Rojavayê Kurdistanê ku hatine herêma Kurdistanê û li kampa penaberan in.
Her li ser fermanê Serokê Barzanî Hikûmeta Herêmê li hewla dîtina mîkanîzmekî guncawdene bo gîhandina sotemeniyê û pêdiviyên serekî bo birayên me li nav Rojavayê Kurdistanê. Di demkê de ku em radighînin ku neku sînor nehatiye daxistin belku em daxwaz dikin ku hemû rêxistinên civaka sivîl û rojnamevan bi xwe bi meydanî serdana navçeyê bikin û ji nêzîk ve agahdarî rastiyan bin.
Ji bo zêdetir runkirina rastiyan bo raya giştî û birayên me li Rojavayê Kurdistanê em dupat dikin ku em li Herêma Kurdistanê rê nadin rêrewa sînorî ya navbera Herêma Kurdistanê li gel sûriyê ku ji bo qaçacîtîkirina bi çek û madeya bêhoşker ji aliyê tu aliyan ve bê bikar anîn.
Em dupat dikin ku belavkirina van curên nûçeyên ne rast tenê û tenê xizmeta ejindeyên ew kes û aliyan dike ku naxwazin gelê Sûriyê azad bibin û gelê Kurd bighê mafên xwe. Ev qonaxa bo gelê Kurd li Sûriyê gelekî hestyare û divê hemû alî bi yekgirtûyî muamele li gel qonaxê de bikin û tu alî nabê û nikarê bi rêya xwesepandina bi çek aliyên din nedîtî bike.
Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê
7/1/2013




