Wezareta Pêşmerge nûçeyek derbarê Încerlîkê red kir

Hewlêr-KDP.info- Çend medyayên Erebî belav kirine ku qaşo Amerîka dixwaze navenda xwe ji Încerlîka Tirkiyê veguhêz e Herêma Kurdistanê, lê Wezareta Pêşmerge ew yek nûçe red kir.
Serfermandarê Wezareta Pêşmerge Cemal Êmînkî ji malpera KDP.info re ragihand ku haya Wezareta Pêşmerge ji nûçeyeke wisa tune ye û agahiyên wisa negihîşte wan, lê belê Bexda bi kêfa xwe vê mijarê şirove dike û mijaran dibe û tîne.
Încerlîk navendeke serbazî asmanî ye li Tirkiyê û niha Amerîka bikar tîne di şerê li dijî DAIŞê.




