Nêçîrvan Barzanî: Emê pirekê ji bo alîkariya Kurdên rojava ava bikin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî di preskonfrensekê de ku, li Hewlêrê li avahiya civata wezîran hat sazkirin, bersiva pirsên rojnamevanan da û gelek pirsên aktuel di rojeva Kurdistan, Îraq û herêmê de zelal kirin.
Di destpêka preskonfrensê de, serokwezîrê Kurdistanê got ku, armanc ji sazkirina pireskonfrensê bersivdana piropagendeya hidek kanalên mediyayê yê ku, bi awayekî neadil êrîşî ser serokatiya herêma Kurdistanê û serokatiya hikûmeta Kurdistanê dikin ku, qaşo hikûmeta herêma Kurdistanê sînorên xwe digel rojavayê Kurdistanê daxistine.
Nêçîrvan Barzanî got:
- Ya ku ez dixwaz im li vir zelal bikem got-gotkên hindek kanalên ragehandinê ye ku, bi awayekî neadil êrşî ser serokatiya herêma Kurdistanê û serokatiya hikûmetê dikin ku, qaşo me sînorên xwe digel rojavayê Kurdistanê daxistine.
- Hûn weke rojnamevan dikarin bicin û ji nêzîk ve wan deveran bibînin. Em wan nûçeyan bi dijwarî red dikin û bi tu awayî sînor ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve nehatiye daxistin. Yên şarezayê cografiyaya deverê ne divê wê yekê bizanin ku, me bi tenî yek deriyê sînorî digel rojava heye û av di navbera me de ye, cîyê ku bi fermî dibin îdareya herêma Kurdistanê deye deriyê Pîşxabûr e. Devera Zumar, raste devereke Kurdistanî ye, lê di warê fermî de ser bi wîlayeta Neynewa ve ye û hêzên Pasewanên Sînor ku, ji aliyê hikûmeta Îraqê ve femanên xwe werdigirin kontirola sînor dikin.
- Ez carek din tekîd dikim ku, ew mokirbûna li ser wê yekê ku, hikûmeta herêma Kurdistanê sînor daxistiye ji rastiyê dûr e. Weke hûn jî dizenin beriya heyamekî di mediyayê de hat gotin ku, me sînor vekirine cenabê Malikî hêz bo ser me şand.
- Ez dixwaz im wê yekê jî bêj im ku, herêma Kurdistanê zêdetir ji 60 hezar penaberên surî wergirtine. Siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê eve ku, di warê însanî de piştgirî û alîkariya rojavayê Kurdistanê bike û di vî warî de ya ji destê me bê em texsîr nakin.
- Tiştê ku, em nuha li ser dixebitin, eger mimkin be, dirustkirina pireke peywendiyan e ku, bi rêya wê alîkariya bigehînîn aliyê din yê sînor, me hertim xwastiye vê pirojeyê cîbicî bikin û me gelek salan kar li ser kiriye, lê hindek caran ji aliyê Bexda û yan ji aliyê Şamê ve hatiye red kirin. Nua jî, ji bona ku, azarên xelkê aliyê din yê sînor kêm bikîn, me dest bi wê yekê kiriye ew alîkariyên ji xelkê herêma Kurdistanê digehe destê me bo rojava binêrîn.
- Ya ku ji bo me giring e, ez hes dikim bi zelalî bêj im, ewlewîyatên me parastina emin û îstîqrara hevwelatiyên herêma Kurdistana Îraqê ye, ne mimkine em qebûl bikin tiştek, li ser her sînorekî bibe bila bibe, bibe sedemê dirustbûna têkdana rewşa eminî li herêma Kurdistanê.
- Me biryar daye kampeke din li Silêmaniyê ji bo penaberên rojavayê Kurdistanê vekin. Bê guma yaku ji destê hikûmeta herêma Kurdistanê bê di vî warî de xemsariyê nake. Ji bona gehandina alîkariyên mirovî bo kurdên Suriyeyê em alîkariyê dikin û em bi tu awayê rêgiriyê nakin. Yên ku di vî warî de me rexne dikin wan armancên siyasî hene. Ez dixwazim ji we re zelal bikim ku, em nikarin bi timamî tixûb vekin, ji ber kum emniyeta xelkê me li ser me ye, terorîst dikarin wê firsetê bikarbînin û derbasî nav axa herêma Kurdistanê bibin û amniyeta herêma Kurdistanê têk bidin, em nuha dixebtin ku, deriyê Pîşxabûr aktîv bikin û bi wê rê alîkariyan bigehînin rojavayê Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di pireskonfrensê de rola rêxistinên nevdewletî û nehikûmî di warê alîkaîkirina penaberên rojavayê Kurdistanê de bilind nirxand û got:
- Me daxwaza alîkariyê ji rêxistinên navdewletî kiriye û dê berdewam daxwaza alîkariyê ji wan bikîn, em agadarî çalakiyên wan rêxistinan in û me bi wan re hevahnegiyek baş heye. Me dixwest ku, hikûmeta Îraqê jî alîkarî bikraye, lê mixabin, heta nuha hikûmeta Îraqê tu alîkarî ji penaberên rojavayê Kurdistanê re nekiriye.
Di bersiva pirsekê de ku, hindek ketîbeyên leşkerî bi nave Barzanî li rojavayê Kurdistanê hatîne avakirin, çi peywendî bi hikûmeta herêma Kurdistanê ve heye? Nêçîrvan Barzanî got:
- Tu peywendiya me, ji dûr û nêçzîk, bi ketîbeyên leşkerî û nave wan ve tune, siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê û siyaseta Partiya Demokrata Kurdistanê vê yekê qebûl nake ku, ketîbetên leşkerî bi wî navî ava bibin. Em dê li dij rawestin û rê jê re nadin. Avakirina ketîbeyên bi wan navan şêlûkirina hindek tiştên din e, eger pêwîst bike em dikarin, her wextê be, hêz binêrîn û me ew îmkan hene, siyaseta me ev nîne bi çekî çareseriya meselan bikîn. Em çekî li dijî aliyên din yên siyasîyên kurdên rojava bikaenaîn in û ez carek din tekîd dikim ku, yekrêziya kurdên rojava di ser hert tiştekî re ye.
Serokwezîrê Kurdistanê behsa pirsa kurd li Tirkiyeyê û têkeliyên herêma Kurdistanê digel Tirkiyeyê kir û got:
- Ew pêngavên nuha dest pê kirine (hevdîtinên bi Ocelan re) em bilind dinirxînin û bê guman pêngavên din jî pêwîst in. Em hêvîdar in ku, ev pêngave bo çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê destpêkek be.
- Ez tekîd dikim ku, tu zixta Tirkiyeyê li ser me nine û, ez weke serokwezîrê ji vê yekê berpirs im, ser daxistina tixûbên digel rojava Tirkiyeyê bi me re danûstandin nekiriye û hikûmeta herêma Kurdistanê nikare ji aliyê Zumar ve, yekterefî, biryar bide, lê em lêdixebitin ku, deriyê Pîşxabûr aktiv bikin.
- Dostaniya Amerîkayê digel Kurdan di çarçoveyê Îraqê de bû û Amerîkayê tu tiştek taybet digel kurdan nîne. Amerîka di pêşkeftina têkeliyên herêma Kurdistanê digel Tirkiyeyê rêgir nebûye, mimkine hizir û dîtinên xwe hebin, lê rêgir nebûye. Têkeliyên herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ne tiştrk veşartî ye. Li herêma Kurdistanê Tirkiye hevbeşa me a sereke ye, me sînorek dûr û dirêj digel Tirkiyeyê heye, di warê aborî jî de, Tirkiye hevbeşa sereke ye. Herêma Kurdistanê dixwaze ew têkeliyên bi Tirkiyeyê re roj bi roj pêşbikevin




