Bi erebkirin Kerkûkê gihîştiye asteke mezin
__2018_02_27_h15m41s53__ER__2018_02_27_h19m18s23__HK.jpg)
Kerkûk-KDP.info- Serkirdeyekî Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê amaje bi wê yekê dike ku Kerkûk bi hemû pêweran hatiye dagîrkirin û proseya bi erebkirina Kerkûkê gihîştiye asteke pir mezin.
Endamê Polîtburoya Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê Bêkes Qadir ji malpera KDP.info re ragihand: “Me hewleke mezin da ku li navçeyên Kurdistanî hemû aliyên siyasî yên Kurdî bi yek lîsteyê beşdar bin di hilbijartinên Iraqê de bikin, lê mixabin ew yek pêk nehat, ku yek jî ziyaneke mezin li ser pêgeha Kurdan li wan navçeyan dike.”
Derbarê rewşa navçeyên Kurdistanî yên dagîrkirî, Qadir wiha got: “Kerkûkê dagîrkirî ye û xelkê ji navçeyên başûrê Iraqê tînin Kerkûkê. Tişta ku di medyayê de tê belavkirin dilopek e ji wê asta mezin a bi erebkirina Kerkûk û navçeyên Kurdistanî. Mixabin ew bi erebkirina ku rêjîma Beis di nava 2 mehan de dikir, niha Hikûmeta Iraqê tenê di hefteyekê de dike. Tiştek nemaye û nanîne serê Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî û hemû sînor derbas kirine.”




