Ebadî ji bo dengê Şîeyan pirsgirêkan çareser nake..Pêwîst e Kurd ji Bexdayê vekşin

Hewlêr-KDP.info- Li gorî çavdêrên siyasî, xiyaneta 16ê Cotmehê bû sedem ku Kurd gelek destkeftên girîng jidest bidin, wek petrol û ax û dahat, ku eger ne ji wê xiyanetê ba Bexda cesaret nedikir li mafê Kurdistanê bixwe û qet Kurd jî xwedî helwesteke lawaz nedibûn.
Serokê Frakisyona PDKê di Parlamentoya Iraqê de, Dr. Erefat Kerem ji malpera KDP.info re ragihand: “Serokwezîrê Iraqê naxwaze niha daxwazên Kurdan cîbicî bike, nexasim jî di proseyasaya budceya Iraqê de û dixwaze Iraq îsal her bê budce be, ji bo ku bi kêfa xwe pereyan di bangeşeya hilbijartinan de bikar bîne.”
Dr. Erefat Kerem wiha got: “Xiyaneta 16ê Cotmehê ya sala borî û nebûna yekîtiyekê di nava Kurdan de, bûye sedem ku helwêsta Kurdan li hemberî Bexdayê lawaz be, ji ber ku di 16ê Cotmehê de gelek ziyan gihîştin Kurdistanê, wek jidestdana ax û petrol û dahatê Kurdistanê. Herwiha Hikûmeta Iraqê dixwaze Hikûmeta Kurdistanê nemîne û dixwaze xelkê Kurdistanê li dijî Hikûmeta Kurdistanê han bide û xelk di hilbijartinan de beşdar nebin û dengê Kurdan kêm bibe, ku ev hemû pilan li dijî Kurdistanê tên danîn.”
Kerem wiha domand: “Hikûmeta Iraqê şerê Kurdistanê dike, lewma jî pêwîst e serkirdatiya Kurdistanê biryarê bide ku ji proseya siyasî ya Iraqê vekşe, yan jî em di hilbijartinan de beşdar nebin. Nabe êdî em di vê rewşa nexweş de bijîn û Ebadî heta piştî hilbijartinan dê ti gavekê navêje ji bo ku dengê wî di nava Şîeyan de zêde bike. Lê ew karê ku dike heta serî berdewam nake.”
Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Iraqê pirsgirêkên ligel Herêma Kurdistanê çareser nake heta piştî hilbijartinan. Kurd jî di nava xwe de ne yek in û ev yek jî bûye sedema lawaziya helwestê Kurdan. Eger Kurd yek bana û ew navçeyên Kurdistanî neketibana destê hêzên Iraqê, dê Herêma Kurdistanê ne bi vî awayî lawaz ba û dê rewşa me baştir ba û emê pir bihêz bana, lewma jî pêwîst e niha aliyên siyasî bibin yek û pêkve kar bikin.”
Mehmûd Osman wiha got: “Ebadî naxwaze pirsgirêkên ligel Kurdistanê çareser bike û heta hilbijartinan dê ew pirsgirêk berdewam bin û ti guhertin çênabin.”




