Pisporek: Rêjîma Sûriyê dê deselat ji PYDê werbigre

Hewlêr-KDP.info- Mamosteyekî zanîngehê pilaneke metirsîdar li ser Rojavayê Kurdistanê aşkere dike û dibêje, mebest ji çûna hêzên ser bi rêjîma Beşar Esed ji bo Efrînê, ji bo wergirtina deselatê ye ji Kurdan û di dema bê de dê hêzên rêjîmê li hemû Rojavayê Kurdistanê bicîh bibin.
Roja Pêncşema borî hêza Şeibî ya ser bi rêjîma Sûriyê gihîşt Efrînê û bi hatina wê hêzê karvedanên cuda derketin.
Derbarê wan pêşhateyan, pisporê zanistên siyasî Dr. Ebdulhekîm Xesro ji malpera KDP.info re ragihand: “Pilanek heye ji bo ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê nebin xwedî deselat, nexasim jî li Efrînê. Lewma jî çûna wê hêzê bo Efrînê bo wergiritina deselat e ji Kurdan. Ez dibêjin deselata PYDê li Rojava ne dirust bû û tutaytarî bû, ku rê ne didan ti partiyeke Kurdî bi wan re bibe şirîk. Pilaneke Tirkiyê heye ji bo hemû Rojavayê Kurdistanê ne tenê ji bo Efrînê.”
Xesro wiha got: “Tê pêşbînîkirin ku operasyona Tirkiyê bi giştî bakurê Sûriyê li xwe bigre, ku hemû Rojavayê Kurdistanê tê de ye û çûna wê hêza şeibî ji bo Efrînê beşek e ji wê pilana wergiritina deselat e ji Kurdan.”




