Serokê Hikûmeta Spanya: Dostê Kurdan li Ewropa zêdetir bûne

Spanya-KDP.info- Di hevdîtinekê de ligel Felah Hesen Cîgirê Serokê Rêxistina Ciwanên Siyasî ya Cîhanê, Serokê Hikûmeta Spanya ragihand ku gelê Kurdistanê niha bi şer û jinavbirina terorîstên DAIŞê, êdî xwedî gelek dost in li nava welatên Ewropayê.
Di dema beşdariya xwe de di civîneke siyasî de, Felah Hesen ji aliyê Maryano Raxo Serokê Hikûmeta Spanya ve hat pêşwazîkirin.
Feleh Hesen derbarê wê civînê ragihand: “Min ji Serokê Hikûmeta Spanya re got, em di welatekî de dijîn ku berdewam ciwanên me xwînê dibexşin, ji bo bergiriyê li azadiyê û şerê terorê dikin, ku tenê ji bo parastina Kurdistanê şerê DAIŞê nekirin, lê belê ji bo hemû cîhanê ew şer kirin, lewma ez daxwazê ji we dikim ku hûn bibin dostê ciwanên Kurdistanê û hûn piştgiriya wan bikin.”
Hesen wiha domand: “Serokê Hikûmeta Spanya ji min re got, gelê Kurdistanê bi şer û jinavbirina terorîstên DAIŞê dostên wan li nava Ewropa zêdetir bûn. Herwiha got, em piştgiriyê li ciwanên Kurdistanê dikin.”




