Rewşa Kerkûkê têk çûye û nêzîkî 60 welatî hetine kuştin

Kerkûk-KDP.info- Parlemantera PDKê Emîre Zengene dibêje, rewşa ewlehiyê li Kerkûkê roj bi roj zêdetir têk diçe, ji ber ku 50 girûp û hêzên cuda li sînorê parêzgeha Kerkûkê hene, lewma jî kontrolkirina rewşa ewlehiyê li eir pir zehmet bûye.
Emîre Zengene ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî bûyerên 16ê Cotmehê rewşa ewlehiyê li Kerkûkê gelekî têk çûye û roj bi roj zêdetir têk diçe, ji ber ku Pêşmerge û asayişên ser bi Kurdistanê ve li wir nemane û Kerkûk û derdora wê di destê hêzên Iraqê û Heşda Şeibî de ne, ku ew nikarin rewşê kontrol bikin. 53 girûp û hêzên cuda ên Heşda Şeibî li Kerkûkê hene, ew jî ne ji bo parastina Kerkûkê hatine, lê belê ji bo bazirganiyê hatine.”
Zengene wiha got: “Ji ber wan hêzan, DAIŞ li derdora Kerkûkê careke din ser hildaye, nexasim jî li nahiyeyên Riyaz û Reşad ku tevgera wan zêde bûye û dixwazin dest bi êrîşan bikin. Lewma jî metirsî li ser Kerkûkê heye û xelk jî ber bi Silêmanî û Çemçemal ve diçin.”
Wê parlemantera PDKê wiha domand: “Kuştin û revandin û dizîkririn berdewam e. Amarek di destê min de heye ku nêzîkî 60 welatiyên sivîl heta niha li Kerkûkê hatine kuştin, ku piraniya wan Kurd in. Ev tenê amara ku di destê min de heye, dibe ku hejmara ji vê zêdetir jî be.”




