26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Efrîn.. 171 welatiyên sivîl şehîd bûne

Çavkanî: KDP.info

Efrîn-KDP.info- Rêveberê Nexweşxaneya Giştî ya Efrînê ragihand ku ji ber bordûmana balafirên şer ên Tirkiyê li ser Efrînê, 171 welatiyên sivîl şehîd bûne.

Ev mehek e ku Artêşa Tirkiyê û hêzên opozisyona Sûriyê bi çekên giran êrîşê Efrînê dikin û di wan êrîşan de ji bilî ku gund û malên Kurdan wêran bûne, herwiha hejmareke mezin ji welatiyên sivîl bûne qurban.

Derbarê wan qurbaniyan, Dr. Xelîl Sebrî Rêveberê Nexweşxaneya Efrînê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji ber bordûmana balafirên Tirkiyê li ser Efrînê 171 welatiyên sivîl şehîd bûne û 458 kes jî birîndar bûne. Birîndaran em di nexweşxaneyê de derman dikin.”

Xelîl wiha got: “Nexweşxaneya Efrînê ji destpêka şer de di rewşa amadebaşiyê de ye û birîndaran derman dikin.”

Nûçeyên têkildar