25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Artêşa Tirkiyê navenda bajarê Efrînê topbaran kir.. Sivîl dibin qurbanî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Aartêşa Tirkiyê navenda bajarê Efrînê topbaran kir û çend top li nêzîkî nexweşxaneya Avrîn ketin ku di encamê de, kesek şehîd bûye û çend kesên din jî birîndar bûne.

Îro danê sibehê aartêşa Tirkiyê navenda bajarê Efrîn kiribû armanc û di encamê de welatiyekî sivîl bi navê Redwan Mihemed ê 35 salî şehîd bû û çendîn welatî jî birîndar bûn.

Bû nêzîkî mehekê artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve, dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirine li Efrînê û heya niha jî şer û pevçûn berdewam in û di wan êrîşên ser Efrînê de welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Nûçeyên têkildar