Ebdulhekîm Beşar: Herêmê sînorê xwe ligel rojava negirtiye

Duhî 6_1_2013 serokê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (PDKS), Ebdulhekîm Beşar li bajarê Hewlêrê di kongiryekî rojnamevanî ragihand ku hemû ew dengoyên derbarê girtina sînorên Herêma Kurdistanê li gel Rojavayê Kurdistanê red dike û teqez dike ku ew nûçe dûrin ji rastiyê.
Di kongireya rojnemevanî de Beşar got: “Di rewşa niha ya Kurdistana Rojava de, Herêma Kurdistanê bi hemû awayekî hevkariya me dike, ji bilî aliyê aborî û hêsankariyên bo hatina penaberan, di ware siyasî de jî serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek hewl dane bo rêkeftina hemû aliyên Kurdî, jibo vê yekê jî ew dengoyên din ku behsa girtina sînorên navbera herêmê û Rojavayê Kurdistanê dikin, em red dikin.”
Herweha Ebdulhekîm Beşar diyar kir ku: “Ewên ku astengiyan li pêşiya hatûçûna xelkê me bo Herêma Kurdistanê dikin, çekdarên PYD`ê ne, ewna rê nadin tu kelûpelek heya bi xwarina zarokan bi bê wergirtina bac derbas bibe. Di demekê de hebûna wan çekdaran li ser sînor berovajî rêkeftina Hewlêrê ye, çûnkî li gor rêkeftinê divyabû xelkê sivîl li ser sînor bin




