26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermanberên Silêmaniyê li dijî sozên Ebadî xwepêşandan kirin

Çavkanî: KDP.info

Silêmanî-KDP.info- Mamoste û fermanberên parêzgeha Silêmaniyê li dijî sozên Ebadî ku bicîh neanîne, xwepêşandanek kirin û di dirûşmên xwe de nivîsandibûn: “Ebadî kanîn sozên te, heta kengî em li hêviya te bin.”

Ev zêdetirî meh û nîvekê ye ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî soz daye ku hikûmeta wî dê mûçeyê fermanberên Kurdistanê bişîne, lê heta niha Ebadî ew soza xwe bicîh neaniye.

Îro jî li dijî wan sozên ku Ebadî nebirne serî, fermanber û mamosteyên Silêmniyê xwepêşandanek kirin û tê de dirûşmên xwe de nivîsandibûn: “Ebadî kanîn sozên te, heta kengî em li hêviya te bin.”

Derbarê wê xwepêşandanê, rêveberê xwepêşandana mamosteyan Usman Ebdulah Gulpî ji malpera KDP.info re ragihand: “Peyama mamoste û fermanberan ji bo Ebadî û Iraqê bû. Me daxwaz ji wan kir ku ew sozên ku dane bicîh bînin.”

Nûçeyên têkildar