26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nexwaşxaneya Efrînê: Heta naha 150 sivîl şehîd bûne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Artêşa Tirkiyê erîşa ser bajarê Efrînê bi rêya hêzên esmanî û bejayî ve berdewam dike û di wan êrîşan de hemwelatiyên sivîl dibin qurbana wan êrîşan. Li gor gotina berpirsên nexwaşxaneya Efrînê heta naha bi şehîd û birîndaran ve 448 hemwelatiyên sivîl bûne qurban.

Navenda Demokrasî ya Mafê Mirovan li Kurdistanê û Rêxistina Kurd a Mafê Mirov li Sûriyê aşkera kirin, di encama êrîşên artêşa Tirkiyê yên ser Efrînê, îro 04.02.2018ê şeş hemwelatiyên sivîl birîndar bûn, ji wan du kesên bi navê Mihemed Ehmed ê temen 60 salî û Fadime Mistefa ya temen 50 salî jî di nav wan birîndaran da bûne û xelkê gundê Veqela yê bajarokê Şiyê ne.

Herwaha hate aşkera kirin topxaneyên Tirkiyê bajarokê Raco û Cindirêsê berdewam dikin û li gor zanyariyên geheştine Navenda Demokrasî ya Mafê Mirovan li Kurdistanê rûniştvanên gundên Kefirsefre û Hesîrke ber bi bajarê Efrînê ve koçber bûne.

Nûçeyên têkildar