25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Jan Kubis û Nêçîrvan Barzanî behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexda kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Şanderê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubis civiya. Kubis ragihand ku Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê dê bibe alîkar, bi taybetî jî di mijara mûçeyan de.

Îro yekşemê (04-02-2018) Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Şanderê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubis û Cîgirê Nû yê Şanderê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Elise Walbol kir.

Jan Kubis li ser gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê yên di van demên dawî de kêfxweşiya xwe anî ziman, bi taybetî jî ji ber civîna bi asteke bilind a di navbera herdu serokwezîrên Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal.

Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku Jan Kubis "amadebûna xwe ji bo her alîkarî û piştgiriyên bi mebesta pêkanîna civînên teknîkî yên navbera herdu aliyan û çareserkirina pirsgirêkan nîşan da, bi taybetî jî li ser mijara şandina mûçeyên mûçewergirên Herêma Kurdistanê û vekirina firokexaneyên Kurdistanê.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî di civînê de ji bo hewldan û spasiya piştgiriyên Jan Kubis ên derbarê gotûbêj û diyalogên van demên dawî de kir.

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kiriye ku her çiqas ji bo çareserkirina pirsgirêkan gelek pêngav mane, lê destpêkirina gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê destpêkeke baş e ji bo gotûbêjên cidîtir di navbera herdu aliyan de.

Nûçeyên têkildar