Her Du Mekteb Siyasiyên PDK Û YNK Civiyan
Cîgirê Serokê partiya demokrata Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî tevî Sekreterê mekteb siyasî û heyeteke din ji Rayedarên PDKê serî li mekteb siyasiya Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê dan.
Pişt re di navbera her du mekteb siyasiyan de civînek hate lidarxistin û rewşa Îraq, Kurdistan û peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de hatin nirxandin.
Di derbarê rewşa Îraqê û aloziyên heyî yên di nava prosesa siyasiya Îraqê de her du alî di vê baweriyê de bûn ku, rewşa niha ya Îraqê gelek metirsîdare, lewre bi mebesta nîqaş kirina rewşa han û egerên mohtemel pêwîste her du mekteb siyasî bi Serokatiya Serok Barzanî bicivin û biryara dawî di derbarê rewşa heyî de bidin.
Di beşeke din ya vê civîna han de hate gotin ku, ji bo derbas bûn ji rewş û aloziyên heyî û giftûgo kirin di derbarê wan aloziyan de pêwîste bi opozisyon û part û aliyên din yên Kurdistanê re jî bicivin.
Di beşeke din ya vê civîna han de hate gotin ku, PDK û YNK xwedan berpirsiyaryetiyeke Dîrokîne û dibe bi ti awayî derfet nedin wan kes û aliyan ku, dixwazin prosesa demokrasî ya Îraqê lawaz bikin.




