Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka: Em piştevaniyê li Herêma Kurdistanê dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka John Sullivan kir û di wê hevdîtinê de Sullivan tekez kir li ser piştevaniya welatê xwe ji gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Îro Dûşema 29-1-2018ê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li John Sullivan û şanda ligel wî kir û di wê civînê de Sullivan ragihand ku welatê wî pêbend e bi pêwezndiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê û herwiha tekez kir li ser piştevaniya Amerîka ji bo gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka ragihand ku ew dixwazin kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê Iraqê û bi rêya diyalogeke cidî bên çareserkirin. Herwiha derbarê konferansa avadankirina Iraqê jî ku biryar e li welatê Kiweyt bê lidarxistin, John Sullivan da zanîn ku di wê konferansê de dê projeyên pêwîst ji aliyê welatên alîkarîbexş ve bên pêşkeşkirin û pêwîst e Herêma Kurdistanê jî ji wan projeyan sûdmend bibe. Herwiha hêvî xwest ku aramiya aborî û siyasî û ewlehî li navçeyê bicîh bibe û Herêma Kurdistanê careke din bibe xwedî pêgeheke aborî girîng wek berê.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêbend e bi berdewamiya bi hewlên gotûbêjan û çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê Iraqê.




