25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

YPGê daxwaza alîkariyê ji artêşa Sûriyê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Fermandariya Siyasî û Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxwaz ji Artêşa Sûriyê dike ku biçe Efrînê û xelkê herêmê ji êrîşên Tirkiyê biparêze.

Malpera fermî ya Kantona Efrînê daxuyaniyek belav kiriye û diyar kiriye ku Fermandariya Siyasî û Leşkerî ya YPGê radigihîne: “Li gel zêdebûna êrîşên Tirkiyê yê ser Efrînê ku beşeke ji welatê Sûriyê ye, em ji Artêşa Erebî ya Sûriyê û fermandariya zanayan daxwaz dikin ku dest biavêjin mijara Efrînê.”

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) weke pêwîst dibîne xelkê Efrînê ku beşeke ji şaristaniya xaka Sûriyê ye ji aliyê artêşa Sûriyê ve were parastin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku hêzên YPGê amade ne li bereyên şer li kêleka Artêşa Erebî ya Sûriyê li hember êrîşên ser Efrînê li ber xwe bidin.

 

Nûçeyên têkildar