25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamenterê PDKê: Wezaretên Hikûmeta Kurdistanê tên kêmkirin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Parlamenterekî Kurdistanê dibêje, dibe ku qebareya hikûmeta Kurdistanê were biçûkkirin û çend wezaretên wê bên kêmkirin.

Parlamenterê Kurdistanê û endamê firaksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê, Firset Sofî ji malpera KDP.info re ragihand ku pirojeya encamdana reforman niha li parlamentoyê ye û piştî ku ji aliyê parlamentoyê ve hat pesendkirin dê guhertinên mezin di hikûmetê de bên kirin.

Firset Sofî her wiha got, ne tenê hinek dezgehên hikûmetê dê bên guhertin îhtimal heye çend wezaret jî bên hilweşandin û qebareya hikûmetê were biçûkkirin û tenê 10-11 wezaret bimînin.

Wî parlamenterê PDKê anî ziman ku ew wek PDK bi temamî piştevaniya wê yekê dikin.

Hikûmeta Kurdistanê niha ji 21 wezaret û 10 dezgehên giştî pêk hatiye.

Nûçeyên têkildar