25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Derve yê Fransa dê serdana Hewlêrê bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian civiya û di civînê de Le Drian aşkere kir ku di demeke nêzîk de dê serdana Hewlêrê bike.

Di civînê de Jean-Yves Le Drian kêfxweşiya xwe li hember gotûbêj û pêşxistina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan daye û piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê aniye ziman. Le Drian herwiha hêviya xwe derbiriye ku diyalog berdewam bibe heta ku bigihin encameke baş û pirsgirêkan çareser bikin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian aşkere kiriye ku ewê beşdarî Konferansa Kuweytê ya ji bo Avakirina Iraqê bibe û dixwaze beriya destpêkirina konferansê, yan jî piştî wê, serdana Bexda û Hewlêrê bike.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tevî nîşandana kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtinê, spasî û pêzanînên gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji serok, hikûmet û gelê Fransayê re aniye ziman ku alîkar û piştevanê Herêma Kurdistanê bûn, bi taybetî jî hewldanên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê. Herwiha tekez kir ku Herêma Kurdistanê pabendî wê yekê ye ku pirsgirêkan bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûra Iraqê çareser bikin.

Nêçîrvan Barzanî li ser gotûbêj, karên hevbeş ên lijneyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê û serdana xwe ya dawîn a bo Bexdayê hin agahî parve kirine û diyar kiriye: “Giring e pêvajoya navbera Hewlêr û Bexdayê ku dest pê kiriye, di pratîkê de di berjewendiya her du aliyan de bigihêje hin encaman.”

Rewşa aware û penaberên li Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî rewşa Mesîhî û Kurdên Êzidî, alîkarîkirina wan û qonaxa piştî DAIŞê, mijarên din ên civînê bûn.

Nûçeyên têkildar