26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Ebadî: Em pêbend in bi diyalogê û çareserkirina pirsgirêkan

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî tekez kirin ku ew pêbend in bi diyalogê û bi çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanî Davos, îro Çarşema 24-1-2018 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civîneke kûrt lidar xistin û di wê civînê de Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qûbad Talebanî beşdar bû.

Di wê hevdîtinê de pêşhatên dawî yên gotûbêjên komîteyên herdû hikûmetên Iraq û Kurdistanê, hatin nirxandin û tekez hat kirin ku karê wan komîteyan berdewam be bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî û Ebadî tekez kirin ku ew pêbend in bi diyalogê û bi çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê Iraqê.

Di beşeke din a wê civînê de, behsa pirsa petrolê û pirsgirêkên di vî warî de hat kirin û biryar hat dan ku herdû wezaret ên petrolê ya Iraqê û ya Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Kurdistanê civîneke taybet li ser çawaniya hinardekirina petrolê pêk bînin û bighên rêkeftinekê.

Nûçeyên têkildar