26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Ermenistanê: Divê em pêwendiyên xwe pêş bixin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Davosê bi Serokwezîrê Ermenistanê Karen Karapetyan civiya û di wê hevdîtinê de herdû aliyan tekez kirin li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Ermenistanê de.

Civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Karen Karapetyan îro Çarşemiyê 24ê Çileya 2018an di kevana birêveçûna Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davosê pêk hat.

Di wê hevdîtinê de herdû aliyan kêfxweşiya xwe bi civînê diyar kirin û tekez kirin ku divê pêwendiyên xwe pêş bixin, nexasim jî di warê ku pêwîstiya herdû aliyan pê heye, mîna jêrxan û enerjî û aborî, herwiha ew warên ku Ermenistan di wan de xwedî psporên jêhatî ye û Kurdistan dikare sûdê jê bibîne.

Hevdem herdû aliyan behsa mijara vekirina Konsûlxaneya Ermenistanê li Hewlêrê kirin, nexasim ku herdû hikûmetên Ermenistan û Iraqê razîbûna xwe li ser wê yekê nîşan dane. Herwiha beha destpêkirina geştên asmanî di navbera Hewlêr û Yerîvanê de kirin, ku di dema bê de eger geştên navdewletî di balafirxaneyên Kurdistanê destpê bikin.

 

Nûçeyên têkildar