26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Bulgaristanê: Li Efrînê sivîl tên kuştin

Çavkanî: KDP.info

 

Ajans-KDP.info- Serokomarê Bulgaristanê Rumen Rudev li ser êrişa Tirkiyê ya li ser Efrînê got, bi topxane û firokeyan êriş tên kirin û welatiyên sivîl tên kuştin, ji ber wê pêvejo hesas e.

Rumen Rudev li hember êrişa Artêşa Tirkiyê ya li ser herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê bertek nîşan da û bang li Yekîtiya Ewropayê kir, ku destwerdanê di rewşê de bike.

Rudev amaje bi êrişa Tirkiyê ya li ser Efrînê kir û bi gotina bi amadekariyeke berfireh êriş tê kirin, diyar kir, ku niha pêvejo gelek hesas e.

Rudev got: “Tiştên ku li Sûriyê diqewimin, me hemûyan dilgiran dike. Em dibînin ku kampanyayeke bihêz a leşkerî tê birêvebirin. Êrişên esmanî tên kirin, welatiyên sivîl tên kuştin.”

Serokomarê Bulgaristanê di beşeke din a daxuyaniya xwe de diyar kir: “Alozbûna rewşa Sûriyê rê li ber zehmetiyan vedike. Ez hêvî dikim ku yekîtiya Ewropa di demek zû de helwesta xwe diyar bike û destwerdanê di rewşê de bike. Ez hêvîdar im ku Yekîtiya Ewropa, li derve, li cihên din û di danûstandinên din de li benda çareserkirina wan bûyeran nebe. Çimku ew pirsgirêk dê di dawiyê de vegerin ser me.”

Nûçeyên têkildar