Şahê Urdinê: Gelek dostên Herêma Kurdistanê hene

Hewlêr-KDP.info- Di çarçoveya civînên foruma Davosê de, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel şahê Urdinê şa Ebdellayê Diwem civiya û di civînê de, danûstandin derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên li navçeyê û çendîn pirsên din yên Herêmî hatin behskirin.
Di civînê de Şahê Urdinê dilxweşiya xwe bi dîdarê li gel Nêçîrvan Barzanî û pêwendiyên Hewlêr û Emmanê da xuyakirin û amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyan li gel Herêma Kurdistan di hemû waran de ragihand û hewandina Herêma Kurdistanê ji hejmareke mezin a koçber û penaberan re bilind nirxand.
Şa Ebdella piştevaniya xwe û ya Urdinê ji bo diyalogê di nav Hewlêr û Bexdayê de û çarekirina kêşeyan li ser bingeha destûra Iraqê da xuyakirin û tekez kir, ku pêwîst e gavên piraktîkî di vî warî de bên avêtin.
Herwiha Şah Ebdella Nêçîrvan Barzanî piştrast kir ku gelek dostên Herêma Kurdistanê hene û pêwîst e Herêma Kurdistanê berdewam hewl bide ku helwêsta xwe ji civaka navdewletî re zelal bike.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, dilxweşiya xwe li ser wê hevdîtinê nîşan da û sipasiya Şahê Urdinê kir li ser piştevaniya berdewam a Şahnişîna Urdinî ji Herêma Kurdistan re di qonaxên cuda de û diyar kir ku ew bi hêvî ye hevkarî di navbera herdu aliyan de berdewam bin û tekezî li ser berfirehkirina pêwendiyên di nav Hewlêr û Emanê de kir.




