Serok Barzanî: Referandum mafekî xwezayî, yasayî, destûrî û rewa bû

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn li gel firakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlamantoya Iraqê de civiya, di civînê de ragihand referanduma Başûrê Kurdistanê mafekî xwezayî û yasayî û destûrî û rewa bû.
Îro Çarşema 24-1-2018 Serok Barzanî ligel firakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê di Parlamantoya Iraqê de civiya.
Di civînê de Serok û endamên firakisyona PDKê bi awayekî kurt behsa rewşa siyasî ya Iraq, pirsa hilbijartinan û kêşeyên siyasî yên di nava parlementoya Iraqê de kirin.
Her di civînê de amadebûyan nêrîn û pêşniyarên xwe yên derbarê çawetiya amadekirina çarçoveyekê ya bo tevgeriyan li hember pêşhat û bûyerên siyasî û têkiliyên xwe yên li gel aliyên siyasî û pêkhateyên de pêşkêşî Serok Barzanî kirin.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser rewşa siyasî ya Iraq, Kurdistan, deverê û cîhanê û helwesta welatên cîhanê ya li hember Kurdistanê û bûyerên piştî dagîrkirina Kerkûkê rave kir.
Derbarê referandumê de jî Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku referandum rewa û li ser rêbazeke aştiyen bû û ew yek jî mafekî xwezayî û destûrî ya gelê Kurdistanê bû. Herwiha binpêkirina destûra Iraqê û birîna nanê welatiyên Kurdistanê, nehêştina şeraket û hevpariyê jî, bûn sedem ku gelê Kurdistanê referandumê bike û eger destûr hatiba cîhbicîhkirin dê bêguman rewşa Iraqê niha ne wisa ba.




