Austiraliya: Em piştgiriya Kurdistaneke pêşkeftî û yekgirtî dikin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Austiraliya li Iraqê Christopher Langman civiyan û di wê hevdîtinê de Langman tekez kir ku welatê wî piştgiriyê li Kurdistaneke pêşkeftî û yekgirtî li Iraqê dike.
Îro Çarşemê, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Austiraliyayê yê li Bexdayê Christopher Langman kir.
Di civînê de herdû aliyan tekez li ser têkiliyên navbera Kurdistan û Austiraliyayê kir û Balyozê Austiraliyayê piştgîriya welatê xwe bo Kurdistaneke pêşkeftî û yekgirtî diyar kir.
Derbarê danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Christopher Langman kêfxweşiya xwe li hember berûpêş ve çûna danûstandinên navber Hewlêr û Bexdayê diyar kir û piştgîriya welatê xwe jî bo mafên destûrî yên Kurdistanê diyar kir.
Langman di berdewamiya axaftinên xwe de hêviya vê yekê jî xwest ku hilbijartinên Iraq û Kurdistanê bi awayekî serkeftî werin kirin û bibin destpêka qonaxeke nû ji bo çareserkirina tevahiya kêşeyên heyî.
Di beşeke din a vê civînê de Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku pêwîst e bilez hewl were dayîn da ku rewşa Iraqê bi awayekî were normalkirin ku tevahiya pêkhateyan hest bi garentiyê bikin û di nava rewşeke aram û normal de beşdariya hilbijartinan bikin.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: “Xwestek û daxwaza Kurdistanê cîhbicîhkirina tevahiya xalên destûra bingehîn a Iraqê bi taybetî jî madeya 140.”
Derbarê şerê dijî terorê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku hîn jî metirsiya terorê li deverê de maye û Kurdistan jî di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de, ji bo jinavbirina wan metirsiyan berdewam dibe.




