Parlamento û Komîsyona Hilbijartinan dê roja hilbijartinan diyar bikin

Hewlêr-KDP.info- Biryar e ji bo diyarkirina roja hilbijartinên Herêma Kurdistanê, Komîsyona Hilbijartinan û Parlamentoya Kurdistanê bicivin û biryara xwe bidin li ser dem û çawaniya birêvebirina hilbijartinên Kurdistanê.
Li gorî zanyariyên malpera KDP.info, îro Sêşemê dê endamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan serdana Parlamentoya Kurdistanê bike û dê mijara paqijkirina tomara dengderan ji navê miriyan û diyarkirina roja hilbijartinan ligel Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj bike.”
Beriya niha Komîsyona Hilbijartinan ragihandibû ku ew di qonaxa dawî ya paqijkirina tomara navê dengderan de ne, ku navê miriyan tê de nemîne.
PDKê jî dibêje, em ligel birêveçûna hilbijartinan e ji bo ku muzayedeyên hizbî û siyasî li ser hikûmet û parlamentoyê nemînin.




