Frakisyona PDKê: Emê rewşa Efrînê bibin Parlamentoya Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Frakisyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de Omîd Xoşnaw ragihand ku frakisyona wan duhî peyamek daye Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê derbarê rewşa Efrînê û tê de çend daxwaz hatine pêşkêşkirin.
Omîd Xoşnaw ji malpera KDP.info re ragihand: “Me daxwaz kiriye ku Parlamenroya Kurdistanê rûniştineke taybet bi rewşa Efrînê lidar bixe, ji bo nirxandina rewşa wî bajêrî û gotûbêjkirina encamên wê êrîşa li ser Efrînê.”
Xoşnaw wiha got: “Herwiha me daxwaz kiriye ku komîteyên pêwendîdar ên parlamentoyê bên erikdarkirin û nirxandinekê ji rewşa Efrînê re bikin, ji aliyê wan êrîşên ku diçin ser wî bajrêrê Rojavayê Kurdistanê û ji bo aşkerekirina binpêkirinên mafên mirovan li navçeyê û raporên xwe amade bikin.”




