26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li siyasetmedarekî Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Izet Şabender siyasetmedarê Iraqê kir û di wê civînê de Şabenderî tekez kir li ser rola yekalîker û pêgeha bihêz a Serok Barzanî berê û niha û di paşeroja prose û hevkêşiyên Iraqê de jî. Herwiha tekez kir ku aliyên siyasî yên Iraqê dixwazin pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê berfirehtir bikin.

îro Çarşema 17.1.2018 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li kesayetiya siyasî û rewşenî yê Iraqî Izet Şabender kir.

Di civînê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, pêwendiyên di navbera herêm û Bexdayê, herwiha dawî pêşhateyên siyasî li Iraqê gotûbêjkirin, di heman demê de behsa bîrûbûçûnên xwe derbarê paşeroja proseya siyasî ya Iraqê kirin.

Her di wê civînê de Izet Şabender ku, yek ji kesayetiyên navdar ên Iraqê ye tekezî li ser rol û pêgeha Serok Barzanî di dema bero, niha û siberojê de di roseya Iraqê de kir, got ku, pêwîste aliyên siyasî yên Iraqê pêwendiyên xwe li gel herêma Kurdistanê bihêz bikin.


 

Nûçeyên têkildar