26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Ahmet Turk: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê

Çavkanî: KDP.info

Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê Mêrdînê Ahmet Turk ku bi Serokê PKK-ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, derbarê hevdîtinê de ragehand ku pêwiste di vê pêvajoyê de her kes vê birînê derman bike û piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê.

 

Hevserokê Giştî yê KCD-ê Ahmet Turk, piştî bi Serokê PKK-ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, îro derbarê hevdîtinê de daxwiyaniyek kurt da.

 

Turk, derbarê hedîtinê de got: " Em niha nafikirin derbarê vê hevdîtinê de daxwiyaniyên berfireh bidin. Wek tê zanîn bi salan e birîneke ku xwîn jê tê heye. Divê em hemû vê birîna ku her tim xwîn jê tê derman bikin. Divê her kes ji bo piştgiriyê di nav hewldanan de bin. Niha em tenê dikarin derbarê hevdîtinê de vê yekê bêjin."

 

Nûçeyên têkildar