26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistan û Amerîka: Divê pirsgirêk li gorî destûra Iraqê çareser bibin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîka li Iraqê Doglas Sîlîman civiyan û tekez kirin ku divê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingeha destûra Iraqê bên çareserkirin.

Îro Pêncşema 3-1-2018 bi amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê ew civîn birêve çû û di civînê de behsa bêngavên dawî û pêkanîna komîteyekê ji aliyê Herêma Kurdistanê û serdana wê komîteyê bo Bexdayê û pêdeçûna bi navê fermanberên Kurdistanê, hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîka gotin ku pêwîst e ev aramiya ku li piştî aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de derketiye, berdewam be da ku gotûbêj û diyalogeke cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi mebesta çareserkirina hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûra Iraqê, destpê bike.

Herwiha di wê civînê de tekez li ser mafê Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê hat kirin û herdu aliyan tekez kirin ku divê hewl zêdetir bên dan ji bo ku pêngav zêdetir bên avêtin bi aliyê çareserkirina pirsgirêkan.

 

Nûçeyên têkildar