Bexda bi hezaran malbatên Ereb anîne ser malên Kurdan li Kerkûkê

Bexda-KDP.info- Cîgirê Serokê Frakisyona PDKê di Parlamentoya Iraqê de Şaxewan Ebdulah ragihand ku rewşa Kerkûkê vegerya ye mîna beriya sala 2003ê, pêwîst e Bexda zû biryaryê bide û priseya bi erebkirinê rawestîne ji ber ku em nahêlin ew prose wisa bi hêsanî derbas bibe.
Ew Erebên ku di dema rêjîma Beis de li gund û cihên Kurdan hatibûn bicîhkirin, piştî rûxana wê rêjîmê û piştî sala 2003ê, ew Ereb hatin qerebûkirin û tawîzkirin û ji gundên Kurdan hatin derxistin û bo cihê wan hatin vegerandin, lê piştî dagîrkirina Kerkûkê bi alîkariya Heşda Şeibî ew Ereb dîsa hatine ser mal û erd û gundên Kurdan. Herwiha Bexda bi hezaran malbatên Ereb ji parêzgehên Iraqê anîne Kerkûkê û derdora wê.
Şaxewan Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa Kerkûkê bûye wek beriya 2003ê. Êdî em ji berpirsê Iraqê re dibêjin, eger ew siyaseta hikûmetê berdewam be wê gavê hebûna me jî li Bexdayê şerm e. Ji ber ku me ew kar ji rêjîma Beis jî qebûl nedikir û niha jî axa me tê dagîrkirin û gundên Kurdan tên bi erebkirin.”
Ebdulah wiha got: “Eger rewş wisa be ti manayek ji hebûna me re Ii Bexdayê tune ye. Divê em ligel miletê xwe rast bin û em guh nedin kursiyan. Divê ya em ji Bexdayê vekşin yan Bexda wî karî rawestîne û birsgirêka wan navçeyan çareser bike. Herwiha tişta ku ji destê me bê emê bikin, ji ber ku ew proseya bi erebkirinê wisa bi hêsanî derbas nabe.”




