26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê: Em pêşwaziyê li her pêngavek erênî ji Bexdayê dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyekê ve aşkera kir, hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li her pêngavek erênî bo guftûgoyên çareseriya pirsgirêkên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê yên ser bingehê destûrê dike.

Berdevkê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê got: “Encûmena wezîran a herêma Kurdistanê di civîna xwe ya dawî de teqezî li ser helwêsta xwe kiriye, ku amade ye bo çareseriya hemû pirsgirêk li ser bingehê destûra Iraqê, li hikûmeta federal û dest bi guftûgo bike û hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî Ii her pêngavekê dike, ku rê ji bo destpêkirina guftûgo di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de xweş bike.”

Sefîn Dizeyî ragehand: “Her di vê çarçoveyê de hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li wan amaje û pêngavane dike ku heftiya borî li Bexda derketin û bi awayek niyetek paqij hate xwandin û wek serdana şandeke hikûmeta Iraq bo herêma Kurdistanê û daxwaza pêkanîna lijneyek hevbeş bo guftûgo derbarê deriyên sînor, balefirgeh, bendavên herêma Kurdistanê û daxwaza lîsteya mûçexwarên wezareta tenduristî û perwerdê ya herêma Kurdistanê, ji aliyê hikûmeta Iraqê ya federal ve bi armanca rêkirina mûçeyan, gavên erênî bûn.”

Dizeyî derbarê vekirina deriyên sînorê herêma Kurdistanê li gel Îranê jî got: “Hikûmeta herêma Kurdistanê ji wan pêngavan keyfxweşe û bi pêzanîn ve pêşwazî lê dike. Herwaha amadeye li ser pirsgirêka rêveberina deriyên sînor û balefirgehan li gel hikûmeta Iraqê guftûgo bike û li gor mekanîzmayên destûra Iraqê diyar kirî, alîkarî û hemahengî li gel Bexda bike, ku çareseriyek hevbeş a di berjewendiya her du aliyan de ava bike.

Nûçeyên têkildar