Mercê Encûmena Şingalê: Divê Heşda Şeibî û PKK ji Şingalê derkevin

Şingal-KDP.info- Hikûmeta Iraqê daxwaz ji Encûmena Qezaya Şingalê dike ku vegerin Şingalê, lê ew encûmen dibêje emê bi merc vegerin eger Heşda Şeibî û PKK li Şingalê nemînin.
Serokê Encumena Qezaya Şingalê Weys Nayif ji malpera KDP.info re ragihand: “Divê Heşda Şeibî û PKK ji navçeya me derkevin û ev mercê me ye ji bo vegera Şingalê. Ji ber ku ew herdu hêz ne şerî û ne rewa ne û ew bi kêfa xwe kursiyên îdarî belav dikin.”
Li gorî Weys Nayif, Encûmena Qezaya Şingalê gihîştiye wê baweriyê ku ku îdareyeke hevbeş di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de dê aramiyê çêbike û eger ew yek jî pêk were dê Encumena Qezaya Şingalê jî vegere Şingalê.
Nayif wiha got: “Bexda dixwaze bi riya vegera me bo Şingalê rewatiyê bidest bîne, lê me gotiye heta hemû rêveberiyên Şingalê venegerin, em jî venagerin.”
Berpirsên îdarî yên Şingalê dibêjin, Heşda Şeibî û PKKê li Şingalê kursiyên îdarî û leşkerî di nava xwe par vekirine û jibilî ku ti xizmetê ji Şingalê re nakin, berdewam binpêkirinan dikin.




